IBN ILALMIS’IN TÂRÎHU DUNEYSER’INDE KIZILTEPE’NIN EGITIM-ÖGRETIM MEKÂNLARI | Author : Halil AKÇAY | Abstract | Full Text | Abstract :Bu çalismamizda Mardin Artuklulari döneminde yasamis olan Ibn Ilalmis’in (ö. 640/1242) Târîhu Duneyser olarak bilinen Hilyetu’s-seriyyîn min havâssi’d-Duneyseriyyîn adli eserinde günümüz Mardin’in Kiziltepe ilçesinde dönemin egitim-ögretim mekânlari incelenmistir. Söz konusu eser, Kiziltepe’nin hicri 7 miladi 13. yüzyilinda tarihi ve ilmî faaliyetleri hakkinda yazilmis olup günümüze ulasan en eski ve müstakil eser olmasi bakimindan önemlidir. Eserin önemli bir özelligi de dönemin Kiziltepe’sinde yer alan egitim-ögretim kurumlarina ve sehrin ilmî ve kültürel durumuna isik tutmasidir. Nitekim eserde, Kiziltepe ve çevresine ugrayan, yerlesen veya dogma büyüme Kiziltepe’li olup burada muhtelif ilimlerde ders veren âlimleri görmek mümkün olabildigi gibi ders verilen mekânlar hakkinda malumat sahibi olmak da mümkündür. Çalismamiza eski ismiyle Duneyser olan Kiziltepe’nin tarihi hakkinda kisaca bilgi verilerek giris yapilmistir. Ibn Ilalmis’in hayati ve Târîhu Duneyser adli eseri hakkinda bilgi verildikten sonra Târîhu Duneyser’de geçen Kiziltepe’nin egitim-ögretim kurumlari ele alinmistir. Bu kurumlarda yapilan ilmi etkinlikler, ders veren hocalar, yetisen talebeler gibi egitim-ögretime yönelik faaliyetler incelenmistir.
|
| SA’IR Û NIVÎSKAR XEMKÛRÊ XURSÎ: JÎYAN, BERHEM Û KESAYETÎYA WÎ YA EDEBÎ | Author : M.Zahir ERTEKIN - Nurettin ERTEKIN | Abstract | Full Text | Abstract :Edîbên nenas û berhemên wan, di edebîyata kurdî da qadeke serbixwe ye. Lewra lêgerîn û vekolîna li ser edîb û berhemên edebî ji bo kurdî û kurdan mijareke ter û teze ye. Loma roj bi roj sa’ir, nivîskar û berhemên nû yên vê biwarê derdikevin rojevê. Mijara gotara me, edîbekî sedsala me yê heta niha nehatîye nasîn e. Xemkûrê Xursî, yek ji sair û nivîskarê edebîyata kurdî ya klasîk e. 2 pexsan 11 menzûm bi tevahî 13 berhemên wî hene. Ji vana 8 heb dîwanên serbixwe ne. Heta niha tu berhemên wî nehatine çapkirin û heta niha li ser wî xebat jî nehatine kirin. Di vî gotarê da em ê li ser jiyana Xemkûr, berhemên wî û naverka wan û kesayetîya wî ya edebî rawestin. Herwiha wê berhemên wî ji alîyê sêwaznasî, ziman û temayî ve jî were helesengandin. Bi vî awayî 13 berhemên nû-destxet wê li pirtûkxaneya kurdî were zêde kirin. Yek jî bi vê gotarê em ê bal bikisînin ser vî edîbî da ku peywendîdar jê haydar bibin û derfeta xebatên mezintir derkeve holê, di dahatûyê da.
|
| CÎYÊ FONETÎK, FONOLOJÎ Û GRAMERA DEVOKA XERZAN DI NAN DEVOKÊN KURMANCÎ Û DÎYALEKTÊN KURDÎ DA | Author : Ayhan YILDIZ | Abstract | Full Text | Abstract :Hudûdên devoka herêma Xerzan, ji hudûdê bajarê Bidlîsê dest pê dike, heta hudûdê Mûs, Dîyarbekir, Batman û Mêrdînê dewam dike û digihêje heta sînorê devoka Torî ku di nav sînorên Mêrdînê da cih digire. Devoka Xerzan, di dirêjahîya domahîya dîrokê da neçar maye ku di bin desthilatdarîya dewletên curbicur da bimêne. Her çiqas zemanê berê li herêma Xerzan nufûsa ermenîyan jî hebûye, bes îro tenê sênîyên ku bi erebî, kurmancîya jor û kirmanckî/zazakî/dimbilkî dipeyivin li vir dijîn. Zemanê ku ermenî li vir hebûn, dînî Îsewîyan jî hebûye; lêbelê îro tenê muntesîbên dînê Îslamê ku li ser mezhebê Sunnî-Safîî ne li vir dijîn. Di vê xebatê da taybetmendîyên devoka Xerzan û dîyaleketa kurmancîya jêrîn û devokên din ên kurmancî yên mîna devoka Torê, Mêrdîn, Dîyarbekir û Serhedê digel hev hatine berawirdkirin. Li ser bingehê hewl hatîye dayîn ku tesbîta karakterên hevbes ên devoka Xerzan û dîyalektên din, digel ên kurmancîya jêrîn bihê kirin.
|
| FONOLOJÎYÊ KIRMANCKÎ DE PIRSGIRÊKA VENGÊ “/g/” | Author : Ahmet KIRKAN | Abstract | Full Text | Abstract :Kürtçe birkaç alfabeyle yazilmaktadir. Kullanilan her alfabede bazi seslerin gösterimi göz ardi edilmektedir. Frekans degeri az olan bazi sesler alfabede gösterilmez. Bu seslerden birisi de /g/ sesidir. Bu ses Kirmancca (Zazaca) konusulan bütün bölgelerde ayni sekilde seslendirilmez. Bu makalede Kirmancca yaziminda var olan /g/ sorunu analiz edilmistir. Kürtçe üzerine çalisan üç dilbilimci bu ses üzerine bazi istatistiki veriler tespit etmislerdir. Makale içerisinde bu üç analize ve ses grafîklerine yer verilmistir. Kirmanckî yaziminda kullanilan alfabeler analiz edilmis ve bu ses için bazi önerilere yer verilmistir.
|
| ÇAND Û SARISTANÎYA KURDÊN MERWANÎ DI TARÎXU MEYYAFARIQÎNÊ YA ÎBNUL-EZREQ DA | Author : Ahmet Seyari | Abstract | Full Text | Abstract :Îbnul-Ezreq el-Fariqî di sedsala XIIan da, di serdema Artûqîyan da, jîyaye û di dezgehên rêvebirîya dewletê da xebitîye. Fariqî di berhema xwe ya bi navê Tarîxu Meyyafariqînê da derheqê çand û saristanîya kurdên Merwanî da gelek agahîyên girîng dane. Ev berhem di warê siyasî, sosyolojî, mîmarî, hiqûq û aborîyê da dikare gelek alîyên vê serdemê ronî bike û rê li ber xebatên nû veke. Di vê xebatê da agahîyên di warê çand û saristanîya kurdên Merwanî, yên ku di Tarîxu Meyyafariqînê da derbas dibin, hatine tesbîtkirin û sîrovekirin. Di vê çarçoveyê de di warê rêvebirîya dewletê de taybetîya mîran û sewaza derketina wan a ser textê mîrîtîyê, taybetî û peywirên wezîr, walî û karê nivîsvanan, taybetîyên pergala hiqûqê û qazîyan û rê û rêbaza darizandinê hatiye vegotin. Derheqê artêsa kurdên Merwanî û çekên ku di vê artêsê da hatine bikaranîn da agahî hatine dayîn. Behsa kevnesopî û tore, bîr û bawerîyên di serdema kurdên Merwanî da hatiye kirin. Herwiha agahîyên derheqê avahîyên mîmarî yên ku li vê serdemê hatine çêkirin da û çalakîyên di warê aborî û bazirganîyê û weqfên alîkarîyê da hatine tesbîtkirin û sîrovekirin.
|
|
|